EZ DÊRİKİM

 EZ DÊRİKİM

Min palaxe dayi çayê mazi, berêmin bi deşta herranê,

Taca serê min hatiye çêkirin bi zeytûnê xilxalî bi mawi bi xursêkî.

Cihan tev  temeşe dike  xebatêmin di  her demî,

Ez Dêrikim Dêrika  çîyayê mazî ‘me.

 

     Serdar û qayzer li cem min derbas bûyi,

     Hozan û helbest van dûrik li ser min çê kirîyi,

     Keça gulîk jêkirîye, xorta şûn geran dîyi,

     Ez Dêrikim, Dêrika çîyayê mazî me.

 

Xortêmin tev baz u, gernas u  pêlewanin,

 Keçêmin tev nergiz u , kulîlkê ser çîyanin.

 Ez dayikim, her dem ji xortêmere  mertalim,

 Ez Dêrikim, Dêrika çîyayê mazî ‘me.

 

      Ez li korta, li kulêbe, tirî didim wek şerbeta helîlê,

      Ez li banîyê ,li dahlê xwe şîndikim dibim warê cinnetê,

      Ez derdibim li kulêbê , li kidabê,li xabê didim ava qudretê.

     Ez Dêrikim, Dêrika çîyayê mazî me.

 

Di beriyaxwede ez şîndikim nebatê rengin,

Ez didim  we simbilê genim wek goga zêrîn.

Nisk,Pembo,Hinar u Hijîr ez li ser sînga xwe dişitilînim,

Ez Dêrikim  Dêrika çîyayê mazî ’ me.

 

           Pozê mancêlê, garê  turcelê , êrgo baba li hev dineri u dikeni,

           Birxêr û xerat bi garê banîyê re dilanê digerîne.

          Kevrê ker deng deherê, idî wek berê ne keri,

          Ez Dêrikim, Dêrika çîyayê mazî ‘ me.

 

Qetaro, Tilbisim u Heramiya bi navçê re buye yek nêrîn,

Kanîya gûzê, kaniya paan, kanika misrin diherikê  bi kul û xemgin.

 Ka Reşide kurdi, ka  Qedrican u Edip Qarahan  herdem li wan bivin xwedi,

 Ez Dêrikim Dêrika çîyayê mazî’me.

 

    Di dîrokêde pellekî kıjilî vebû, li korta li firêşîye li govê,

    Ez lê  xwedî derketim min  hembezkir lle hawir dore Dêrike.

    Çi Filleh çi Kurmanc em ne necisin em giş insanin.

    Ez Dêrikim Dêrika çiyayê  mazi’me.

 

 

          Derguşa ez tê de hejîyam dergûşa rûmetiyê ye,

          Şîrê min metîye, şîrê dayıka felekê ye.

          Kirasê  li min hat birîn, kirase kesk û sorê ye.

          Ez Dêrikim Derika çiyaye mazîme.

 

 

 Ev helbesta Eyyüp nivîsiye bi dilekî şewitî,

 Çi gundî,çi çayî,çi berîvanî, ma em giş ne Dêrikî?

 Xebat bike pevre, du kesekî nemînin.

 Ez Dêrikim, Dêrika çîyayê mazîme.       

                                                                          Eyüp GÜVEN

 

sakarya escort sakarya escort sakarya escort sakarya escort sakarya escort

ümraniye escort kadıköy escort ataşehir escort sikiş izle brazzers izle porno izle